DIVÊ CIWANÊN KURD XWEDÎ LI ÇAND Û HUNERA XWE DERKEVIN

DIVÊ CIWANÊN KURD XWEDÎ LI ÇAND Û HUNERA XWE DERKEVIN
Yayınlama: 09.10.2021

Stranbêj û aranjor Baran Çelebî ku 25 sale xebatê  muzîkê dike û niha di bin banê Mala Muzîkê Baran de  xebatê xwe deneme bonusu 2022 didomîne diyar kir ku divê ciwanên kurd xwedî kevneşopiya xwe derkevin û di mûzîkê de rihê Koma Berxwedan berdewam bikin.    

Baran Çelebî li Batmanê di sala 2018 de mala muzîkê vekiriye û ciwanan kurd li vir perwerde dike. Li vê mala mûzîkê nêhzîkê bedava bonus veren siteler 200 kes perwerde dibînin. Di vê akademîyê de perwerda pîyano, keman, bilûr, tembûr, erbanê, gîtar tê dayîn û şagirt xwe amadehîyê dibistanê dikin.  

‘Divê ciwanên me rihê Koma Berxwedan berdewam bikin’

Staranbêj û aranjorê Batmanî  Baran Çelebî balê kişand ser mîzîka kurdî û dîyar kir ku divê ciwanên kurd yên bi muzîkê re alakadar in di mûzîka xwe de rîhê Koma Berxwedan bidomînin û wiha axivî: ‘’ Koma berxwedan û Hozan Serhad ez gelekî dibin bandora wan de mam û tembûr hezkirin mi ji Hozan Serhad stand. Ciwanên Batmanê yên muzîkê re alakadar in gelek in. Em dikarin bêjin her meh 100 heb şagirt perwerde dibînin ev jî bingeheka gelekî xweş  e. Dema di salên 1980-1990 û 200’an de di muzîka kurdî de hestên pir mezin hebû. Îro hunermendê me yên navder de bedengiyaka pir mezin heye. Em dikarin bêjin mûzîka kurdî gelekî firehbûye lê belê bingeheka gelekî vala de mezin dibe. Bi rastî mûzîka kurdî di rêyaka gelekî şaş de berdewam dike. Di vir de ciwanên kurd wizîfeyeka mezin dikeve ser pişta wan.’’ 

‘Di pandemiyê de me gelek astengî kişand’

Çelebî bal kişand pêvajoya pandemiyê û anî ziman ku di vê pevoyê de wek her hunermendî gelek astengiya kişandine wiha axivî: ‘’Di pandemiyê tamamê mûzîkjen, stranbêj astengiyê giran kişandin bir rastî jiyaneka gelekî zor û zahmet bû. Jî xeynê we jî ku mirov li heremê muzîkê bi afirîne û stanbêjîyê bike an jî muzîjenî bike gelekî zahmetîyên we hene. Erîş di çand û hûnera kurdî de gelekî çêbûn. Min dû caran min ji xwe re go êdî dev ji mûzîkê berde karekî din ji xwe re bike û jîyana xwe berdewam bike lê dilê min de hezkirina mûzîkê hebû ji ber vê yekê jî  min go berxwedan jiyana û min dev jî mûzîkê berneda.’’

‘Stanê xwe ez bi hestên xwe dinivîsînim’

Çelebî da zanîn ku ew her tim stanê xwe bi hestên xwe dinisîne û wiha pêda çû: ‘’Helbest û muzîkê min çêkirine 6 heb in. Me ji her 6’an re jî klip çêkir. Di kîlîba yekemîn li ser rojavabû û gelekî hate hezkirin. Piştî wê heval viyan gelekî hate hezkirin û me jî Amed spor re marşekî çêkir ew jî ji alî gel ve gelekî hate hezkirin. Me jî Cizirê re marşekî amade kir. Xebatê min yên muzîkê her tim berdewam dikin û neha jî çend helbestên min yên nû ezê wan starna di pêşerojê de biweşînin. 16 sal ez wek xebatkarê navenda çanda Biharê xebirtim û piranî staranê xwe min bi hestê xwe nivisand. ‘’

‘Xebatê min yên muzîke her tim wê berdewam bike’

Di dawiya axaftina xwe de Çelebî wiha axivî: ‘’ 3 stranê min wek proje xebatê  berdewam e. Heta jiyan berdewam bikê dê xabetên mey ê mûzîkê ji we berdewam bikin. Ciwanên me hestên kurdewarî gelekî kêm bûye. Bingeha xwe de zêde zêde ewropayî  rêya xwe dimeşînin . Hestên xwe Winda kirine. Pewiste disa wek berê dengbêja gohdar bikin û di bin tesîra muzîka awrupa derkevin. Divê stanbêjê me yê berê gohdar bikin û hinekî ji wan hest bigrin.’’

Gülnuş Ergül

Bir Yorum Yazın

Ziyaretçi Yorumları - 0 Yorum

Henüz yorum yapılmamış.