Jinên Êlihî, TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Êlihê êrîşa li hemberî Şaredariya Qersê şermezar kirin. 

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê û aktîvîstên TJA’yê, li avahîya HDP’ê, bi tevlîbûna parlamentere HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Hevseroka HDPê a Bajarê Êlihê Fatma Ablay û gelek jinan re daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla aktîvîsta TJA’yê Gülistan Sönük ve hat xwendin. Gülistan Sönük, di daxuyaniyê de diyar kir ku feraseta netewe dewletê ya ku ji aliyê sîstema kapîtalîst û serdestiya mêrane ve hatiye avakirin, hemû daxwazên wekhevî û edaletê yên gelên cîhanê fetisandiye, polîtîkayên qirêj ên şer li ser vî esasî meşandiye û heta niha li ser piyan maye.

Di daxuyaniyê wiha hat gotin: ”83 sal berê faşîzma heyî komkujîyek li Dêrsimê pêk anî. Jin û zarok, kal û pîr tev hatin qetil kirin. Li hemberê vê komkujîyê gelê Dêrsimê serî ne tewandî ye û berxweda ye. Di vê têkoşînê de bi pêşengiya Besê û Zarîfe jina Kurd rola xwe ya dîrokî lîst. Îro em jinên Kurd bi pêşengiya Besê û Zarîfe piştî 83 salî li hemberê xwediyê hişmendîya Faşîzima AKP û MHP ê têkoşîn dimeşînin. Bi şiyara Dêrsim deriyê zîv bi destê tunc nehat şikandin û nayêşikandin, li Jinên Kurd li jinên berxwedêr Slav dikin û Komkujîya Dêrsimê nalet dikin

 Feraseta netewe dewletê ya ku ji aliyê sîstema kapîtalîst û serdestiya mêrane ve hatiye avakirin, hemû daxwazên wekhevî û edaletê yên gelên cîhanê fetisandiye, polîtîkayên qirêj ên şer li ser vî esasî meşandiye û heta niha li ser piyan maye. Vîrûsa Koronayê li temamî cîhanê metirsiyeke mezin derxistiye holê. Heta niha bi sedhezaran kes ji ber nexweşiya COVID-19 jiyana xwe ji dest dan û hê jî gefeke mezin li ser jiyana bi milyonan heye. Ji ber ku mafên bingehîn ên tenduristî , perwerdehiyê , xizmetên jiyanî û civakî wek mafeke sereke ji aliyê dewletan ve nayên misogerkirin û xwemalîkirina wan xizmetkariyan, niyeta hikûmetên dijminê wekhevî, azadî û edaletê careke din aşkera kir.

Wekî cîhanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê jî, jiyana bi milyonan kesan di bin xetereyê de ye, lê desthilatiya AKP-MHP’ê vê pêvajoyê ji xwe re dike hincet û polîtîkayên derveyî nirxên mirovahiyê dixe meriyetê. Îradeya piştgirî û piştevaniyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û hemû xizmetên siyaseta demokratîk a herêmî ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ve tê astengkirin û niyeta wan careke din zelal dike. Ev tifaqa qirêj divê di pêvajoyeke wiha de, piştevaniyê bide xurtkirin, lê ew ji rewşa panîk a gel sûd werdigirin û dixwazin desthilatiya  xwe bi hêz bikin. Lewre îro dijminatiya li dijî gelê Kurd û jinan her ku diçe zêdetir dibe. Di pandemiyê de jî ew tifaqa qirêj, êrîşî gor û mezelên kesên ku di şerê 40 salan de jiyana xwe ji dest dane dike û goristanan xerab dike. Bi operasyonan sivîl tên qetilkirin û cihûwarên wan tên bombebarankirin. Êrîşî hemû destkeftiyên jinan û gelê Kurd ên bi berdêlên mezin hatine bidestxistin dikin, bi destê qeyûman dest datînin ser şaredariyan û sîstema hevserokatiyê krîmînalîze dikin. Wek tê zanîn, heta niha 36 şaredariyên ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelê me ji qeyûman rizgar kiribû, ji aliyê qeyûman ve hatin desteserkirin. Di dema şewba Koronayê de li 8 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Tifaqa faşîst, careke din bi heman dek û dolaban êrîşî şaredariya me ya Qersê dike. Bajarê Qersê wek baxçeyekî gelan e ku HDP, li wir bi dengên gelên Kurd, Tirk, Azerî, Terekeme bi ser ketibû.

Lê îro Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen, rastî êrîşên sîstematîk ên tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê hatine. Di vê êrîşê de medyaya alîgirê desthilatiyê, heman naverok û manşetan, wek çalakiyeke rojnamgeriyê belav nake û ji bo operasyona li dijî şaredariyê, wek aparatekê tê bikaranîn. Nemaze di vê proseya pandemiyê de, ji ber ku HDP kelûmelên hîjyen û paqijiyê bêpere belav dike û bi kampanyaya Hevmaliyê piştgiriyê xurt dike, lewma êrîşî HDP’ê û şaredariyên HDP’ê dikin. Hevşaredariya Qersê jî di vê pêvajoyê de xizmeta gel dike. Ji ber ku Hevşaredariya Qersê, ji bo parastina tenduristiya gel xizmetan dike,  bajar dezenfekte dike, ji ber ku piştgiriya kesên xizan dike û ji bo cotkariyê erdên bajêr diajo û tovê wek alîkarî û piştgirî dide cotkaran, lewma tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê êrîşî şaredariyê dike. Hevşaredariya Qersê ya HDP’ê, li bajêr bi piştgiriya gelek aliyên cuda hate bidestxistin. Êrîşên li dijî Hevşaredariya Qersê, her wekî din êrîşa li dijî xizmetên şaredariyê, piştgiriya ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye bipêşxistin, kampanyaya Hevmaliyê, sîstema Hevserokatiyê û destkeftiyên jinan e ku bi hişmendiyeke zayendî hatine bidestxistin.

Em wek jinên TJA’yî, careke din dubare dikin û soz didin; em tu carî dev ji destkeftiyên xwe yên jinan ên ku me bi berdêl û têkoşîneke mezin bi dest xistine, bernadin û em ê her tim têkoşîna xwe ya li hemberî tifaqa faşîst, dijminê jinan û polîtîkayên li dijî gel a AKP-MHP’ê bidomînin.